Li gorî rapora Ajansa Nûçeyîan a Navneteweyî ya ya Ehlê Beytê (s.x) — ABNA — Li gorî raporta "Kurdistan Press"ê, piştî avakirina parlamentoya nû ya Sûriyeyê ku ji 210 endaman pêk tê, yek ji mijarên herî girîng ên ku tên nîqaşkirin, asta temsîlkirina komanên etnîkî li gorî nifûsa wan a rastî ye. Dinya Başûl, lêkolînerê mijarên Rojhilata Navîn, di analîzeke xwe ya li ser tora civakî ya X-ê de destnîşan dike ku hemû komên etnîkî heta astekê nifûsa xwe zêde nîşan didin, lê der barê kurd, tirkmen û kêmneteweyên din de hûrgiliyên girîng hene.
Pirsgirêka temsîlkirinê û YPG/SDF
Li gorî Başûl, pirsgirêka sereke ew e ku gelo kurd li gorî nifûsa xwe di parlamentoyê de tên temsîlkirin an na? Ew dibêje, berevajî gelek welatên herêmê, cihên niştecihbûna kurdên Sûriyeyê bi temamî zelal û belgekirî ne. Lêbelê, ew rexneyê li performansa YPG û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (SDF) digire û dibêje; di dema kontrola xwe de wan tu carî serjimêriyeke fermî li gorî nasnameya etnîkî nekir, ku ev yek dikaribû pozîsyona siyasî ya kurdan xurtir bikira.
Başûl îdia dike ku serkirdeyên YPG û SDF li şûna ku li ser deverên ku piraniya wan kurd in bisekinin, li ser çîroka «hebûna dîrokî ya kurdan» li deverên wekî Reqa, Dêrazor, Tebqa û Minbicê tekez kirin da ku hebûna xwe ya leşkerî rewa bikin. Li gorî wî, ev siyaset bû sedem ku herêmên erebnişîn jî bikevin bin kontrola wan; mijarek ku niha zirarê dide giraniya siyasî ya kurdan.
Bandora koçberiyê û nakokiyên nasnameyê
Analîzger dibêje, eger di wê demê de serjimêrî hatiba kirin, kurdan dê di hilbijartinên paşerojê de şansê bidestxistina kursiyên zêdetir hebûya. Lê sînorên îdarî yên niha, ji ber tevlêkirina nifûsên mezin ên ereban di nav herêmên hilbijartinê de, li dijî kurdan dixebite. Başûl her wiha koçberiya berfireh a kurdan bo Ewropa û Tirkiyeyê wekî astengekê dibîne û dibêje, piraniya kurdan naxwazin vegerin.
Der barê tirkmenan de jî Başûl diyar dike ku texmînên der barê nifûsa wan de pir nakok in; hin dibêjin 4 milyon û hin jî 100-200 hezar. Ew dibêje ku tirkmen di nav civaka ereban de bi lez dihelin û gelekên ku berê xwe tirkmen dida nasîn, niha xwedî nasnameya erebî ne.
Encam: Wateya siyasî
Di dawiyê de Başûl encam digire ku her çend niha kurd û tirkmen her yek xwedî nêzîkî 12 nûneran in di parlamentoya nû de, lê ji ber cudahiya di hevgirtina nasnameyî, belavbûna erdnîgarî û pêvajoyên demografîk de, giraniya siyasî ya van her du civakan dê di paşerojê de ne yek be.
Your Comment